Neqşîbendî piştgiriyê didin “Renca Şehîdan”
Hewlêr (Rûdaw) – Terîqeta Neqşîbendiyan piştgirî da kampanyaya Renca Şehîdan (Keda Şehîdan) a Rûdawê.
Serkirdeyê Terîqeta Neqşîbendiyan Şêx Mûhsîn Miftî ji Rûdawê re diyar kir ew piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo feqîran û wiha got: “Em piştiriya kampanya Renca Şehîdan dikin û em ji wan re diayan dikin. Rûdawê bi vê hewldanê karek xêr kiriye.”
Şêx Mûhsîn Miftî amaje kir divê kanalên din jî weke Rûdawê kampayayan bidin destpêkirin û wiha domand: “ Kesên ku bixwazin xêra bikin dikarin bi vê sayê bigihîjin armanca xwe. Alîkariyên tên komkirin divê bi kesên bibawer radestî malbatên şehîdan bibin.”
Kampanyaya Renca Şehîdan (Keda Şehîdan) a Rûdawê şeva 25ê Nîsana îsal di bernameya Legel Ranj a Rûdawê dest pê kir.
Ji bo alîkariyên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê:
Banka: Banka Kurdistan Navneteweyî
Nav: RanjiShahidan
Hesab: 2222
Ji bo alîkariyên ji derve:
Banka: Banka Kurdistan Navneteweyî (Kurdistan International Bank)
Swift: KIBIIQBA
IBAN: IQ01KIBI2222
Hesab: RanjiShahidan