Rojnameger Belên Salih koça dawî kir

Rojnameger Belên Salih / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşkêşkarê Dengê Amerîkayê yê Beşa Kurdî û birayê serokkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih ê bi navê Belên Salih koça dawî kir.

Rojnamegerê Kurd Belên Salih li eyaleta Virginiyayê ya Amerîkayê koça dawî kir.

Li gorî gotina kesên nêzîkî Belên Salih, ew îro yekşemê bi celteya dîl miriye.

Belên Salih sala 1961ê li bajarê Helebceyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û birayê serkkomarê berê yê Îraqê Berhem Salih e.

Belên Salih destpêka salên 1990î dest bi karê rojnamegeriyê  kiriye, di çend rojname û kovarên Başûrê Kurdistanê û Îraqê de kar kiriye.

Wî sala 1996ê berê xwe daye Amerîkayê û meha Kanûna Pêşîn a 1999ê li Dengê Amerîkayê di beşa Kurdî wekî rojnameger dest bi kar kiriye.