Duhok; Hêzên Pasevanên Sînor 17 xalên serbazî li Berwarî Bala danîne

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Pasevanên Sînorî yên ser bi Hikûmeta Iraqê ve du xalên nû li devera Berwarî Bala li parêzgeha Duhokê danîn û bi vê yekê hejmara xalên wan hêzan li wê navçeyê gihişte 17 xalan. Li gor ku hatiye ragihandin armanc ji danîna wan xalan, vegerandina aramiyê ye ji bo wê deverê, ji ber ku piştî operasyona Tirkiyê li deverê heya niha 6 gund hatine valakirin û hejmarek gundî dibêjin ew nikarin derkevin.

Her du xalên serbazî di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de hatine danîn. Xaleke serbazî li gundê Qumriyê û ya din jî li hindav gundê Sererû hatiye danîn. Bi danîna wan xalên serbazî xelkê deverê hêvî dikin ku devera wan aram bibe.

Ebdulkerîm Îsmaîl, xelkê gundê Qumriyê ji Rûdawê re ragihand, “Danîna vê xalê li vir bo me gelek fêde heye û hindav me bê girtin, piştgermiyek bo me jî çêbe daku em biwêrin biçin nav milkên xwe. Ew du sal in em newêrin biçin nav erdên xwe, milk û malên me hemû hate berdan.”

Di dema kêmtir ji salekê de ji ber bombebaranan û şerê di navbera Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, 6 gundên deverê hatine valakirin.

Wehîd Kêsteyî ji gundê Kêste neçar bûye ji gundê xwe derkeve û niha li Komelgeha Bêgova bicih bûye, ew li bendê ye ku gundê wan aram bibe û ew bikare vegere cihê xwe.

Wehîd Kêsteyî ji Rûdawê re got, “Ev salek e me gundê xwe vala kiriye, cihê jiyanê lê nemaye, me av jî nebû, eger hinek xalên Pêşmerge yan pasevanên sînor li rex gundê me bên danîn, wê demê em dikarin biçin ser milk û malên xwe û karên xwe yên asayî destpê bikinn. Ji ber wê em nikarin karê xwe bikin, çimku eger em biçin wê derê em nikarin ji gund derkevin.”

Heta niha 17 xalên serbazî yên pasevanên sînorî yên ser bi hikûmeta Iraqê ve bi hevkarî ligel saziyên serbazî û îdarî yên parêzgeha Duhokê li deverê hatine danîn.

Rêvîng Hirûdrî, Serokê Komîteya Karûbarên Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, “Giringiya van xalan di wê yekê de ye ku ji bo parastina xelkên wan gundan e, hêviyekê di dilê xelkê de çê dike ku destpêka biharê ye û xelk biçin ser milkên xwe, çimku bombebaraneke zêde li ser wan gundan heye, bi behane ya hebûna çekdarn PKKê.”

Artêşa Tirkiyê jî ji 23 Nîsana sala bihorî ve ku operasyoneke nû ya leşkerî li dijî PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de dest pê kir, û ji wê demê ve 14 xalên leşkerî li sînorê parêzgeha Duhokê danîne.