Li Rojava keçeke din a Kurda Êzidî hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Mala Êzidiyan li Herêma Cizîrê duh Yekşemê li nav Kampa Holê keçeke din a Kurda Êzdî nas kir.

Mala Êzidiyan li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku duh Yekşemê, bi alîkariya Rêveberiya Kampa Holê nasnameya keçeke Kurda Êzidî li nav wê kampê nas kir.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Karûbarên Kesên Revandî ya ser bi Mala Êzdiyan, ew keça Kurda Êzdî radestî Mala Êzidiyan bû û navê wê jî Leyla Murad Îdo ye û temenê wê 17 sal e.

Mala Êzidiyan nîşan bi wê yekê daye ku di demeke din de, nehatiye diyarkirin, ew ê keça Êzidî, ku li cem Mala Êzidiyan e, radestî malbata wê bikin. Lê ti zanyarî derbarê malbata Leyla Murad Îdo nedaye.