DÎBEYT - Bandora hilbijartinên xwecihî

Amed (Rûdaw) - Serokê berê yê AK Partiyê li Amedê Aydin Altaç, Serokê  berê yê CHPê li Amedê Şerîf Dogrul, Rêvebirê Komeleya Kurd a Demokrat a Şoreşger (DDKD) Abdulhay Okumuş, Berbijêrê  Partiya Seadetê yê Peyasa Amedê Enes Akdemîr û Nûnerê Tifaqa Neteweperwer û Demokrat Sirac Kiricî beşdarî dîbeyta taybet a ji bo hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn ku bejêra Rûdawê Hêvîdar Zana li Amedê pêşkeş kir.

 

Beşdariyên dîbytê behsa hilbijartinên 31ê Adarê, belavbûna dengê Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nerîna partiyan li ser hilbijartinên xwecihî, bandora hilbijartinên xwecihî li ser Bakurê Kurdistanê û projeyên partiyan bo şaredariyan kirin.

 

Serokê berê yê AK Partiyê li Amedê Aydin Altaç diyar kir ku ev hilbijartin ji bo AK Partiyê gelek girîng e, û wiha pê de çû: “Temenê Tirkiyê ev bû sedsal û hemû bûyerên mezin ji ber sistemê wê rû dane. Li Tirkiye ve du sal in sistem hatiye guhertin. Ev hilbijartin û hilbijartina borî ya giştî ji bo wê yekê ne ku sistem dê çawa bimeşe, çawa li ser pêyam bimîne û çawa xizmetguzariyeke baş bike, lewma girîng e.”

 

Aydin Altaç anî ziman ku heta niha bi destên hêzên kûr Tirkiyê dihat rêvebirên lê ji niha şûnde dê ew hêzên kûr nemînin lewma ew hilbijartinan wek man û nemanê dibînin.

 

“Mafê Kurdan tê înkarkirin”


Rêvebirê DDKDê Abdulhay Okumuş ku ligel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên 31ê Adarê tifaq kirine û bi hev re tevlî hilbijartinê dibin, ragihand ku yek ji armancên wan ew e ku vegerandina şaredariyên ji destê Kurdan hatine derxistin e, û wiha got: “Me bivê û nevê li vî wekatî mileteke xwedî çand û zimanekê cuda ango neteweyek Kurd heye. AK Partiyê di heyama desthilatdariya xwe de hinek gavên erênî avêtin, di çaroveya peywendiyên bi Yekîtiya Ewropayê re hinek guhertinên demokratîk kirin. Di warê naskirina Kurdan de hinek peyam dan, lê ji nişka ve siyaseta xwe li hemberî Kurdan guhert û bi awayekî tundî êrişî Kurdan kirin.”

 

Abdulhay Okumuş diyar kir ku mafê Kurdan tê înkarin û got: “Dibêjin qey li Tirkiyê zimanê fermî bibe didû dê qiyamet rabe, lê tişteke wiha nîne. Li Afrîkaya Başûr 11 zimanê dewletê yên fermî hene û dewleta Hindistanê jî 123 ziman wek fermî nas dike. Li Kurdistana Başûr jî 5 ziman fermî hebûn niha bûne 6 ziman. Lewma divê civak ji vê yekê re amade be.”

 

“AKP kesên li deveyê xwe weke terorsit dibîne”


Serokê  berê yê CHPê li Amedê Şerîf Dogrul ragihand ku ew proseya hilbijartinan bi awayekî antî demokratîk birêve diçin û wiha axivî: “Desthilatdar derve aliyên xwe hemû weke terorîst îlan kiriye. Berê sistemê biguherînin behsa demokrasiyê, aboriyê û aramiyê kirin, lê piştî sistem hat guhertin her tişt têk çû. Êdî tiştek nemaye ji xelkê re bibêjin. Zexteke mezin li ser welatiyan heye.”

 

Şerîf Dogrul anî ziman ku ew dê li piraniyan bajarên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serokatiya şaredariyên bidest bixin wiha pê de çû: “Niha em bi dewlet, wezaret, û serokomariyê re rikeberiyê dikin ne tenê bi partiyên siyasî re. Li ser hemû dezgehên medyayê ew hene û cih didin wan.”

 

“Divê Serokomar bêalî be”


Berbijêrê  Partiya Seadetê yê Peyasa Amedê Enes Akdemîr jî wiha behsa hêviyên xwe kir û got ku ew hêvî dikin ku hilbijartin aramiyê bi xwe re bîne û wiha axivî: “Em rast nabînin kesekî serokomarê 82 milyon kesan be, ji bo şaredariya navçeyekê deng bixwaze. Em dibêjin ku berevajoyê vê yekê divê Serokomar tifaqa hemû aliyan bihêz bike û bêalî be. Partiya Seadetê îro li welatê Tirkiyê derbarê gelek tiştan de rê vekir. Di mijarên wek aborî, perwerde û civakî de rexneyên xwe tîne ziman.”

 

Enes Akdemîr da zanîn ku ew partî li gelek navçe û bajarên ew bê tifaqî tevlî hilbijartinan dibin û wiha domand: “Li hemberî me gelek polîtikayên nebaş têne meşandin. Dibêjin ku li Tirkiyê ji xeynî AK Partî û MHP bi hemûyan re tifaq kiriye. Ji xeynî me hemûyan tifaq kirine, lê em tenê bi serê xwe tevlî hilbijartinan dibin.”

 

“Hilbijartinên herêmî derfeta xwerêvebirinê ye”


Nûnerê Tifaqa Neteweperwer û Demokrat Sirac Kiricî diyar kir ku di deglesyona ti partiyekê de behsa Kurd û Kurdistanê nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Li Tirkiyê sê alternatîv hene. Alternativa yekem tifaqa Cumhu û tifaqa Milet e. Herdu tifaq jî wekî hev difikirin û dibêjin yek al, yek devlet û yek welat. Alternativa duyem jî HDP ye. HDP dibêje ew partiyeke sosyal demokrat e. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê ti projeyekê wan nîne. Hêza xwe ji netewiya demokratîk digire. Em jî dibêjin ji bo me ji hilbijartinên giştî hilbijartinên herêmî girîngtir e. Hilbijartinên herêmî li ser axa xwe îdarekirîn e. Ezmûna me heye. Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û siyasetmedar û reweşenbîrên Kurd li welatê xwe xwediyên ezmûnên mezinin û dikarin bi hesanî rêveberiya welatê xwe bikin.”

 

Sirac Kiricî destnîşan kir ku heya pirsa Kurd û Kurdistanê çareser nebe demokrasî li Tirkiyê çênabe û da zanîn ku wî ji ber li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyva Kurdistanê  bi kar aniye 15 meh cezayê girtînê dane wî.

 

Kiricî herwiha got: “HDP dibêje ew talibê şaredariyan e, lê ev 15 sal in şaredarî di destê wan de ne ji bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê û mafê me yê rewa zimanê me tiştek nekirin. Ji bo pêşxistina dibistanên Kurdî di heyama 15 salan de çi kirin? Hûn şaredariya xwe bikarbin baş rêve bibin hûn dê bikarin welatê xwe jî rêve bibin.”