Ji Zummar û Rebîe zêdeyî 64 hezar Kurd koçber bûne

Zaxo (Rûdaw) - Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, hejmareke zêde ya Kurdên niştecihê Rebîe, Zummar û Şingalê navçeyên xwe bicîh hiştine û li çend navçeyên parêzgeha Duhokê bicîh bûne. Ji 48 gundên Kurdnişîn ên Rebîe û Zummarê, tenê 20 gund di jêr kontrola Kurdan de mane.

 

Welatiyê bi navê Fazil Silêman ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku zêdeyî 5 mehan dibe ji neçarî dest ji mal û milkên xwe berdane, Fazil Silêman got: “Li Tilefer û Zummarê merivên me hene. Niha em rêya xwe dirêj dikin heta bikaribin serdana wan bikin.”

 

Welatiyê bi navê Şaban Cemo jî da zanîn ku piraniya zeviyên kiştûkalî dikevin wan navçeyan ku Heşda Şeibî lê bicîh bûye û wiha axifî: “Divê çareseriyek ji vê pirsgirêka me re bê dîtin.”

 

Xelkên navçeyê dibêjin ku eger rêya navbera Zummar-Duhokê were vekirin dê gelekî baş bibe. Lê ligel ku çendîn car behsa vekirinê hatiye kirin û Encûmena Parêzgeha Neynewa biryara vekirinê dabû lê heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye vekirin.

 

Hejmara Kurdên niştecihê wan navçeyan berî bûyerên 16ê Cotmehê zêdeyî 84 kes kes bû, lê niha tenê 20 hezar kes li wan navçeyan mane û yên din koçberî navçeyên din ên bajarê Duhokê bûne.