Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, dê ji meha Nîsana îsal ve dest bi vedana gorrên komî yên kurdên êzîdî yên li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê bikin.
Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê biryar daye ji meha Nîsanê ve dest bi vedan û vekirina gorrên komî yên wan kurdên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin, bike.
Wezareta Şehîdan dê bi alîkariya saziya navdewletî ya bi navê “Komîsyona Navdewletî ya Kesên Wendayî” (icmp), ku girêdayî NY ye, bi awayekî zanistî gorrên komî yên li devera Şingalê veke.
Berpirsê offîsa icmp li Iraqê, Wîliyam Tiravil di civîneke rojnamevaniyê de li ser wê yekê axivî û got, emê hewl bidin şiyana hikûmeta Kurdistanê zêde bikin ji bo ku êdî bixwe gorrên komî vekin. Karê me yê duyem jî piştevanîkirina malbatên mexdûr û yên ku mirovên xwe ji dest dane, ye. Emê alîkariya wan malbatan bikin da ku bi hikûmetê re hemaheng bin ji bo vekirina gorrên komî û nasîna mirovên xwe.
Wezîrê Şehîdan û Enfalkiriyan Mehmûd Salih jî li ser vekirina gorrên komî ji aliyê saziya icmp ve got, saziya han saziyeke navdewletî û girîng e. Ew gorrên ku tên vekirin dê bibin belge û ji bo dadgeha navdewletî bên şandin. Saziya icmp ji ber pêgeha xwe ya navdewletî dê rola şahidekê jî bilîze…
Dema çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin, bi hezaran jin, zarok, kal û pîr revandin, bi sedan kes komkuj kirin û di gorrên komî ve veşartin. Gellek kurdên êzîdî jî heta niha wenda ne û nayê zanîn çi hatiye serê wan. Tê gotin ku 25 gorrên komî li devera Şingalê hene û derdora 3500 kes jî wenda ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse