Çîroka rizgarbûna 2 ciwanên Kurd ji zindanên Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) - 2 Ciwanên Kurd ên Girkê Legê yên Rojavayê Kurdistanê piştî 3 salan ji girtina li zindanên opozîsyona Sûriya yê ser bi Tirkiyê ve vegeriyan mala xwe.

Ev ne dîmenên şahiyeke zewacê yan ahengeke jidayîkbûnê ye, lê dîmenên pêşwazîkirina girtiyekî Kurd e ku dema sê salan li Efrînê girtî bû. Dayika Yûsif Murad, bi germî pêşwaziyê li kurê xwe dike.

Yûsif Murad û hevalên xwe Îvan Osman roja 2ê Çileya 2020 ji mala xwe ya li gundê Til Ceman ser bi bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê derketin daku biçin Ewropayê lê qeçaxçiyan ew radestî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê kiribûn, roja piştî wê Tirkiyê ew deportî Efrînê kirin û ji wê demê ve di zindaneke çekdarên opozisyona Sûriyê de bûn û peywendiya wan ligel malbata wan hatibû qutkirin.

Yûsif Murad dibêje “Em ji gundê Til Cemanê ne. Di sala 2020an de em ji gund derketin ku em herin bikevib ser rêya Ewropayê. Em derketin, em birin welatê Tirkiyê. Li Tirkiyê yên qaçaxcî am dan girtin li Nisêbînê.”

Yûsif behsa dema girtina xwe dike û dibêje, ew li cem Grûpa Cepheya El-Şamiyê li Kefer Cenê girtî bû û çekdarên wê grûpê danûstandineke gelekî xirab ligel girtiyan dikirin bi taybetî Kurd.

Yûsif Murad got jî “Gelek li me îşkence kirin, li me xistin, em gelek êşandin. Bi rastî jî em ne tir rewş e ku em bibêjin. Rast bû xwarin pir kêm bûn, êş pir hebûn, em di binê erdê de bûn. Em çûn hebsa Raî ya navendî, li wê derê 3 salan hikum dan me. Em 2 sal û 10 meh di Kefer Cenê de man, piştî wê em çûn hebsa Raî. Li wê derê jî hikûm li me xist êdî em derketin.”

Dayika Yûsif jî dibêje, dema kurê wê girtî bû, rewşa wê geleîk xirab bû, lê niha ew bi vegera kurê xwe gelekî kêfxweş e.

Necah Nayif dayika Yûsif ragihand “Welle wextê hate girtin em gelek aciz bûn, şitexelî nebûn em gelek diqehirîn, ev 3 sal in me nizanibû li ku dêrê ne. Wele wextê hat em gelek kêfxweş bûn bi hatina wî û dîtina wî. Me bawer nedikir em vê tiştê bibînin.”

Ji ber rewşa ewlekarî û aborî ya xirab a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gelek ciwan neçar dibin bi rêyên metirsîdar û bi qeçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibin, daku ji wir xwe biihînin Ewropayê, lê gelek caran ji aliyê cindirmeyên Tirkiyê ve tên girtin û bo navçeyên jêr kontrola çekdarên opozisyona Sûriyê tên vegerandin.