Kesûkarên zaroka li Akrê hatibû avêtin nehatine dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolînan destpêkê ya polîsên navçeya Akreyê, zaroka ku avêtî hatiye dîtin, ne xelkê Akrê ye û lêkolînên wan berdewam in. Tendrustiya Akrê, dagdeh û polîs lêkolînê li ser dîtina wê zarokê dikin.

Berî 5 rojan zarokek hatî avêtin li Akreyê hat dîtin, ev zarok keç e û yek mehî ye li nêzî Sîpeya Akrê hatibû avêtin. Piştî dîtinê bo nexweşxaneya Zarokan a Akrê hatiye şandin û niha rewşa wê baş e, û polîs lêkolînê li ser wê bûyerê dike. 

Berdevkê Polîsê Akreyê Raîd Îmad Hisên Rûdawê re got, çend kes hatine bangkirin û lêkolîn li gel wan hatiye kirinê lê kes nehatiye desteserkirin. 

Polîsan dîmenên kamêrayên çavdêriyê yên derdorê kom kirine ku bizanin kê ev zarok li vê derê daniye, lê heta niha di çi kamêreyekê de derneketiye ku ew zarok çawa hatiye danîn. 

Ev dosye dê bo dadgeha Sinêlan a Sêmêlê bê veguhestin û dadgeha Sinêlan dê  çarenivîsa wê zarokê diyar bike.

 Roja 25ê Çileya 2023yan  Berdevkê Tendirustiya Akreyê ji Rûdawê re gotibû ku ew zaroka hatiye dîtin yek mehî ye, ji zikmakve ji herdu çavên xwe ve nabîne. 

 Bryar e ew zarok bo nexweşxaneya Hêvî ya Zarokan a Duhokê bê veguhestin.