Rêveberiya Xweser: Xebat û têkoşîna me ji bo rizgarkirina Efrînê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje, “bêyî rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî projeya demokratîk li Sûriyê serkeftî nabe” û tekez dike, ew ji bilî “vegereke bi rûmet a layiqî gelê Efrînê” bijardeyek din qebûl nakin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 7emîn a ragihandina Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê daxuyaniyek belav kir.

Armanca projeya Rêveberiya Xweser

Di daxuyaniyê de hatiye, “ Projeya Rêveberiya Xweser li Sûriyê pêngaveke cuda bû ber bi şikandina nimûneya rêveberiya kevneşopî ve. Ev proje ku di destpêka sala 2014an de bi zêdebûna çûyîna rewşa Sûriyê ber bi ne zelalbûnê ve, hat destpêkirin.”

Li ser armanca projeya Rêveberiya Xweser jî hatiye gotin, da ku “herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi aloziya ewlehî û pêşxistina rêxistinên radîkal ve neçe. Hin aliyên herêmî hewl dan ku herêma me bikin herêmeke sist ku bi rêya wê Sûriyê û gelê wê parçe bikin mîna rewşa niha ya li herêmên din ên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin.”

`Efrîn stargeha ewle bû`

Rêveberiya Xweser dibêje, “Efrîn nimûneyeke xurt ji rêveberiyê re ye. Şêniyên wê bi hemû hêz û israr saziyên xwe yên xweser ava kirin. Tevî êrişa ku di sala 2018an de li ser Efrînê hate kirin û hê jî didome, Efrîn nimûneya rasteqîn a Rêveberiya Xweser e. Her wiha ji bo hemû kesên ku ji ber şerê li Sûriyê reviyan, bûbû sitargeha ewle.”

Rêveberiya Xweser bi boneya 7emîn salvegera danezrandina Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, “hemû gelan” pîroz dike û “xebat û têkoşîna şêniyên Efrînê ji bo avakirina rêveberî û hêza xweser” bibîr tîne.

 

 

`Vegereke bi rûmet`

Rêveberiya Xweser diyar dike, “bêyî rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî dê projeya demokratîk li Sûriyê ne serkeftî be û dê projeya Rêveberiya Xweser bêyî Efrînê berdewam neke. Em ji şêniyên xwe yên koçber re diyar dikin ku vegera wan, têkoşîn û îsrara me ji bo rizgarkirinê ye. Em ji bilî vegereke bi rûmet a layiqî gelê Efrînê û şêniyên wê qebûl nakin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, “Em hemû şehîdên Efrînê û şehîdên têkoşîna demokrasî, projeya biratiya gelan a  li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê şopdarên xeta berxwedan û têkoşînê bin heta ku em armancên gelê xwe di veguhertina demokraîk û wefedariya ji rêya şehîdan re, pêk bînin.”

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

 

 

Nêzîkî 60 grûpên çekdar

4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin û niha nêzîkî 60 grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve Efrîn di navbera xwe de parve kirine.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi sedan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê wan grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

'Li Efrînê rêjeya Kurdan ji %96 daket %15'

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê di derbarê binpêkirinên li Efrînê de amar belav kiribûn û ragihandibû, beriya êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê, rêjeya xelkê Kurd li Efrînê ji %96 bû, lê niha ew rêje daketiye ji %15an.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kiribû, beriya niha li Efrînê 25 Hezar Kurdên Êzdî hebûn lê niha hejmara wan daketiye 2 hezar kesan.

Destdirêjî û îşkenceye çekdaran

Li gorî van amarên ku hatine belavkirin, ji sala 2018an ve, 686 kesên sivîl li Efrînê hatine kuştin, û 96 ji wan jin bûne, ku 7 jin di encama destdirêjî û îşkenceyê de jiyana xwe jidest dane.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê dibêje, piştî hatina hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê, 71 jin rastî destdirêjiyê hatine kirin.

Herwiha ji roja dagirkirina Efrînê ve, bi berdewamî xelk tê revandin, ji xwediyên wan pare têne xwestin û dema ku pare neyê dayîn, hinek ji wan kesên revandî têne kuştin.

 

 

Bêdengiya navdewletî

Bi nerîna xelkê Efrînê, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewetî derbarê dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, wiha dike ku peymannameyên mafên mirov ên navdewletî bibin cihê gumanê.

Guhertina demografî

Li gorî raporteke "Peymangeha Zanîngeha Ewropî", di sala 2012an de, hejmara nişteciyên Efrînê 523,258 kes bûn, ligel hebûna 150,000 koçberên navçeyên din ên Sûriyê.

Niha li gor Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ji encama êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar 300,000 Kurd ji Efrînê koçber û derbider bûne, û li şûna wan zêdeyî 458 hezar Erebên hawirde hatine bicihkirin.