Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê “Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn” birêve çû, têde 5 rêxistinên yasayî û mafê mirovan beşdar bûn. Van rêxistinan amar û binpêkirinên grûpên çekdar û Tirkiyê gotûbêj kirin. Ew dixwazin van binpêkirina li ser asta navdewletî bêne naskirin û zext li Tirkiyê bê kirin.
Bi armanca balkişandina ser binpêkirinên ku ji Adara 2018an ve li Efrînê hatine encamdan Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn bi sponseriya Rêxistina Lêkolîn û Mafên Jinan a Sûriyê, Rêxistina Însiyatîfa Hiqûqî, Navenda Rojava ya Lêkolînan Stratejîk, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, birêve çû.
Esmehan Hesen ya 42 salî ji Efrînê ye û jiber şerê wî bajarî di sala 2018 de koçberî Til Rifetê dibe, lê li wî bajarê ku aramî bi xwe ve nedîtiye, nasitire, û di 2 meha 12 sala 2019 de topek li ber deriyê mala wê dikeve, di encamê de kurekî wê jiyana xwe ji dest dide û yê din bi giranî birîndar dibe.
Esmehan Hesen 15 demjimêran rêyeke dûdirêj qut dike û xwe dighîne Qamişlo daku beşdarî Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn bibe û behsa zehmetiya jiyana Efrîniyan bike.
Koçber Esmehan Hesen dibêje: “Kurê min dema şehîd ket, gelekî zehmet bû, li Til Rifet rewş nebaş e, berî heftiyekê dîsan top ketin xwarê, 14 lawik, du zarok û jinek û zilamek şehîd bûn. Zarokê me her dengekî dikin, ditirsin dibêjin top hatin, em berdewam têne topbarankirin.”
Komxebata Hiqûqî ya Duyemîn ji aliyê 5 rêxistinên mafê mirov û navendên lêkolînan ên Rojavayê Kurdistanê ve, tê li dar xistin. Heman rêxistinan di sala 2020 de 60 haletên kuştinê, 65 êşkencedan, 3 destdirêjiya cinsî, 39 teqîn û 978 haletên revandinê li bajarê Efrînê û gundewarê wê tomar kirine.
Endama Komîteya Amadekar Mizgîn Hesen dibêje: “Ev dîdar armanca wê ya sereke, ew binpêkariyên ku têne kirin ji asta deverê derkevin û li asta navnetewî bêne gotûbêjkirin. Daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û saziyên maf yên cîhanê tê kirin ku li koçberên Efrînê xwedî derkevin.”
Du sed çalakvan, parêzer, mafnas û şahidhal ji Efrînê kom dibin û rewşa wî bajarî gotûbêj dikin, ku îro jî teqînekê ew bajêr hejand.
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî binpêkirinên Efrînê axivî.
Îbrahîm Şêxo got ku ew dixwazin binpêkirinên li Efrînê belge bikin û bigihêjinin Neteweyên Yekbûyî û saziyên navnetewî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse