Li Sêrtê mînîbus wergeriya: 11 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê minîbûs ji kontrola şofêr derket wergeriya. Di bûyerê de 11 kes birîndar bûn. Hatiye ragihandin ku birînên wan sivik in.

Li gor agahiyên hatine belavkirin bûyer, li gundê Maden ser bi bajarokê Xizxêrê yê Sêrtê çêbû. Minîbûsa ku navê şofêrê wê nehatiye naskirin, ji kontrolê derdikeve û werdigere.

Di bûyerê de 11 kes birîndar bûn.

Hatiye ragihandin ku rêwingî bi derfetên xwe ji nav minîbûsê derketine û birînên wan sivik in. Piştî agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirûstî û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin û birîndar di nav ambûlansan de hatine dermankirin.

Li gor agahiyan, cendirmeyan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.