Pêşmergeyekî hummera bê şofêr çêkir

Baduş (Rûdaw) – Pêşmergeyê bi navê Mihtac Herkî bi dahênan û hinek guhertinan hummerek çêkir, ku dikare bêyî şofêr heta kîlometreyekî here.

 

Yekemîn Hummera pêşmerge ya bê şofêr dest bi kar kir. Ev hummer dikare bi du cureyên çekên giran zêdetirî kîlometreyekî here deverên şer û vegere.

 

Di dema şer û operasyonan de ew otomobîla destpêkê diçe dibe armanc. Lewma jî Hihtac û hevalên wî bi çêkirina vî hammerê ev rêya dijmin girtin.

 

Pêşmerge Mihtac Herkî got; “Min xwest ji bo birayên xwe yên pêşmerge tiştekî çêbikin, ku dema li pêşiya operasyonan diçin nebine armanca gule û otomobîlên bombekirî yan jî mayînan. Lewma min biryar da hummereke bê şofêr çêbikim ku hem bikare pêş de here û him jî bikare şer bike.”

 

Di hummerê de cu curên çekan hene lê pisporên çekan diyar dikin ew li ser wê yekê kar dikin da ku bikarin çekên din jî daynin ser humerê.

 

Pêşmerge Selîm Hêtutî jî balkişande ser giringiya vê otomobîlê û diyar kir, ku ev dahênan dê pir bi sûdmend be.

 

Dahênana Mihtac ji ber poêwîstiya berdewam a pêşmerge bûye û fermandarên wî jî piştgriyê didin karên wî.

 

Fermandar Hesen Elî jî got; “Tiştekî pir baş e. Eger di rê de mayinek hebe, bêyî xwîna pêşmerge birije wê ev mayin biteqe. Hingî dê ziyana me jî ne be.”

 

Kamera li ser hummera bê şofêr heye. Bi rêya înternetê dikare otomobîlê bi rêve bibe û çek bikar bîne.