Doza rakirina dorpêça ser birîndarên Cizîrê nehat pejirandin
Amed (Rûdaw) - Dadgeha Destûrî li Tirkiyê AYMê derbarê doza rakirina dorpêçê li ser wan birîndarên Cizîra Botan ku bêhtir ji heftiyekê di jêrzemîna avahiyekê de mane, birayara nepejirandinê da.
AYMê di biryara xwe de diyar kir ku, kesên doz vekirine pêwîstbû di despêkê de serdana saziyên dewletê yên pêwendîdar bikin û wekî din ka ew kesên ku tê gotin birîndar in, rast birîndar in yan na? Bi çek in yan bê çek in? Kî ne? Ne diyar e! û ti piştrastkirina wê babetê tune ye.
Parlementerê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ser hesabê xwe yê Tiwîterê ragihand ku ji 25 birîndaran 6 kesan jiyana xwe jidest dane û termên wan hîn li wê avahiyê ne, ku li Taxa Cûdî di nav dorpêçê de maye û hêzên ewlekariyê careke din ambulansên ku çûne bi hawara wan ve vegerandine.
Li gorî medyaya Tirkiyê hate diyarkirin, ku li navçeya Sûra Amedê, ku ji nêzîkî du mehan ve û Cizîra Botan ku ji 49 rojan ve, qedexeyên çûnhatinê hatine ragihandin, du leşkerên artêşa Tirkiyê di şerê li dijî endamên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) yên ser bi PKKê re hatine kuştin.
Herwiha hate diyarkirin ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di encamên operesyonên wan li taxên Sûra Amedê de, dest danîne ser bi dehan çek û cebilxaneyên serbazî yên hêz û Yekîneyên Parstina Sivîlan YPS yên ser bi PKKê.
Her li navçeya Sûra Amedê hate gotin ku ji bilî xelkên 11 taxên ku qedexeya çûnûhatinê lê hatiye ragihandin û operesyonên artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê lê têne kirin, xelkên taxên din yê ku ew qedexe lê nehatiye ragihandin jî malên xwe dihêlin û bar dikin.
Li gorî vê nûçeyên xelkên taxên Ulucamî û çar taxên din di encama belavbûna agahiyên ku wê şerê Sûrê derbasî van taxan bibe, dest bi barkirinê kirine.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş di hevpeyvînekê ligel televizyonekê ser bi PKKê re got: “Agaghiyek ji kesekî di nav dewletê de jê re hatiye ku serokerkanê Artêşa Tirkiyê ji hikûmetê re gotiye eger ew operesyonan li bajaran bikin wê gelek kesên sivîl jî bêne kuştin û dema ku ew ketin navçe û bajaran pêwîst e ew bi xwe, biryara derketinê bidin neku hikûmet.”
Demîrtaş diyar kir ku serokerkanê Artêşa Tirkiyê ji hikûmetê xwestiye ku, çawa qanûna ne darezandina endamên îstixbarata Tirkiyê MÎTê ji ber encamên operesyonên wan, derxistin pêwîst e qanûneke wiha ji bo leşkerên artêşa Tirkiyê jî derbixînin û ew ji ber encamên operasyonên xwe neyên darezandin.