Hewlêr (Rûdaw) – Navenda SAMERê diyar kir ku ji sedî 92yê xelkê dixwaze Kurd beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin.
Navenda Lêkolînên Qada Civakî û Polîtîk SAMERê di navbera 21 û 25ê mehê de li ser rojeva Sûriyeyê li gel 761 kesî bi rêya telefonê û online rapirsiyek kir.
Rapirsî li gel kurdên ku li parêzgehên Enqere, Stenbol, Mêrsîn, Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih û Dêrsimê dijîn hatiye kirin.
Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Qada Civakî û Polîtîk SAMERê ji sedî 92yê beşdaran gotiye “em dixwazin Kurd beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin”.
Her wiha ji sedî 42yê beşdaran jî gotiye bi vî awayî PYD dikare destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê biparêze.
Rapirsiya Navenda Lêkolînên Qada Civakî û Polîtîk SAMERê:
1 - Li gorî we divê Kurdên li Sûriyeyê beşdarî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê bibin?
Belê: Ji sedî 92,4
Na: Ji sedî 6,6
Nizanim: Ji sedî 1,1
2 - Eger PYD bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re li hev bike gelo dikare destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê biparêze?
Belê: Ji sedî 42
Na: Ji sedî 14,8
Qismî ji sedî 33
Bê biryar: Ji sedî 8,3
Nizanim: Ji sedî 1,8
3 - Li gorî we Kurd di sîstema nû ya Sûriyeyê de divê çawa cih bigirin?
Rêveberiya Xweser û Demokratîk: Ji sedî 23,6
Federal: Ji sedî 11,6
Parastina Deskeftiyên Nasnameya Kurdî: Ji sedî 7,9
Li gel Hikûmetê: Ji sedî 6,7
Pêşengiya Avakirina Sûriyeya Demokratîk: Ji sedî 6,5
Bihêzkirina Leşkerî: Ji sedî 5,8
Serbixwe: Ji sedî 5,8
Welatiya Wekhev: Ji sedî 5
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse