Dr. Ziya Kerîm: Gora bikom nîşaneya rejima dîktator e
Hewlêr (Rûdaw) – Birêveberê Giştî yê Gorên Bikom yê Îraqê Dr. Ziya Kerîm eşkere kir ku gorên bikom nîşaneya rejimên dîktator in.
Di dema vekirina gorekê bikom aa li Til Şêxê ya li Semawayê, cihê çend gorên din ên bikom hatin dîtin.
Tê pêşbînîkirin ku di nava wan gorên bikom de cenazeyên Kurdan ên serdema Enfalê jî hebin.
Dr. Ziya Kerîm ragihand ku piştî serê salê dê li Şingalê jî kar bikin û gorên bikom ên Kurdên Êzidî yên ku DAIŞê ew qetil kiribûn vekin.
Dr. Ziya Kerîm bû mêvanê Bultena 17:00an a Rûdawê û derbarê gorên bikom zanyarî dan.
Dr. Ziya Kerîm tekez kir ku gora bikom a ku niha ew li ser kar dikin, 48 metrêgoşe ye û tevahiya qurbaniyan wê jin û zarok in û cilubergên wan ên Kurdî ne.
Li gorî gotina Ziyar Kerîm ji ber ku dayikan zarokên xwe hembêz kirine xebata li ser wê gorê zahmet e lewre hestiyên dayikan û zarokan tevlî hevdû bûne.
Zêdetirî 100 cenaze di wan goran de hene û niha 50 cenaze hatine derxistin.
Dr. Ziya Kerîm behsa xebatên li ser gorên bikom kir û wiha axivî:
“Tîmên me yên taybet hene û lêkolînan dikin di nava tîmên me de şûnwarnas jî hene. Bi rêya amûrên taybet em li gorên bikom digerin.
Em hewl didin bi hûrgilî kar bikin. Xebata di van goran de gelekî zehmet e. Tîmên me hewl didin hestiyên zarokan û dayikên wan ji hevdu cihê bikin.
Ev yek jî ji bo wê yekê tê kirin ku di warê tiba dadî de kar hêsan be. Heta îro cenazeyê 50 şehîdî hatiye derxistin tê pêşbîni kirin ku 100-150 kes di gorê hebin.
Tîma me îro karê xwe rawestandiye û piştî serê salê dê dîsa dest bi karê xwe bike.
Ez dixwazim bi rêya kanala we eşkere bikim ku karê vekirina gorên bikom karekî hêsan nîne.
Belkî hinek kes wisa difikirin ku vekirina gorên bikom tenê hildana axê û derxistina cenazeyên şehîdan û radestkirina wan e.
Ew ne wisa ye, ev cihê tawanekê ye û nîşaneya dîrokekê ye û rastiya rejimeke dîktator e.
Rastiya gelekî ye ku ji bo azadiyê xebat kiriye. Ji bo baweriya xwe ji bo ol û nasnameya xwe xebat kiriye.
Ji ber wê pêvajoya belgekirinê pir girîng e. Pêwîst e, cihê tawanê bi awayekî hurgilî were belgekirin.
Tu serederiyekî li gel babetekê dikî ku cenazeyên jin û zarokan têde hene.
Tîmen me li cihekî kar dikin ku zarokên bêtawan ji ber axaftina bi Kurdî hatine qetilkirin yan ji tenê ji ber ku Kurd bûne hatine qetilkirin.
Ev hemû bandorê li derûniya kadroyên me li karmendên me dike.”
“Li Şingalê 30 gorên bikom hene”
Dr. Ziya Kerîm di beşeke din a axaftina xwe de behsa gorên bikom ên Şingalê jî kir û wiha got:
“Piştî salên 2013yan El Qaideyê û DAIŞ hatin û siyaseta serkûtkirina Beasê berdewam kirin.
Ji ber wê yekê hejmareke zêde ya gorên bikom li ber destan hene. Tenê vekirina goreke bi kom ne bes e.
Heger gor hatin vekirin divê nimûneyên xwînê yên endamên qurbaniyên şehîdan hebin da ku xebatên DNAyê û tiba dadî bêne û hestiyên cenazeyan bê radestkirin û tawan were belgekirin.
Saziya Şehîdan bi çavekî temaşeyî hemû qurbaniyan û şehîdan dike. Em hewl didin hemû goran vekin lê wekî min got ev karekî zahmet e.
Piştî bi dawîbûna gorên Til Şêxê em dê herin Şingalê û li ser gorên wê bixebitin.
Li gorî zanyariyên me li Şingalê 30 gorên bikom hene.”