Meletî - Kesek piştî 3 rojan di bin kavilên depoya êzingan de mirî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hekîmxanê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê welatiyek piştî sê rojan di bin kavilê depoya êzingan a li mala xwe de mirî hat dîtin.
Kesûkarên welatiyê bi navê Îbrahîm Aliciyê ku li Taxa Derekoy a navçeya Hekîmxanê bi xwişkeke xwe ya kêmendam re dijiya piştî ku 3 rojan agahî jê wernegirtin, roja Şemiyê çûn mala wî.
Lê dema çûn malê wan dît ku depoya wan a êzingan hilweşiya ye û Îbrahîm Alici di bin kavilê wê de maye.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û di pişkînan de diyar bû ku welatiyê navborî di bin kavil de canê xwe ji dest daye.
Tîmên hawarçûnê termê Îbrahîm Alici ji bin kavil derxist û ji bo otopsiyê bir nexweşxaneyê.