Ferhat Encu: Tawanbarên komkujiya Robozikê nehatine darizandin

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêveberê Navenda Giştî ya HDPê Ferhad Encu ragihand ku biryara Dageha Destûrê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya derbarê Komkujiya Robozikê de siyasî ne û got“kesên ku destwerdan di dosyeyê de kirin nexwestin ku tawanbar li dadgehên Tirkiyê werin darizandin.”

Parlementerê berê Şirnexê  û Rêveberê Navenda Giştî ya HDPê Ferhad Encû di salvegera komkujiya Robozkiyê de ji Rûdawê re ragihand ku karê pêwîst ji bo aşkerekirina tawanbarên wê êrîşê nehatine kirin. Hevkarê me Maşala Dekak di derbarê dosyeya Robozikê de li gel Ferhad Encû axivî.

Li ser pirsa “Doza Roboskiyê çima nehat qebûlkirin?”  Ferhat Encu wiha got: “Eger em bi kurtî bersiv bidin, kesên ku ew komkujî kirine ango kesên ku niha Tirkiyê birêve dibin ji ber ku ji aliyê dadgehê ve nehatina darizandin, nehatiye qebûl kirin. Niha li Trikiyê hemû dadgeh û dozger bi talîmatên wan kar dikin. Ji ber vê yekê dadger an jî dadgeh xwedî li vê dozê dernakeve ku kujeran bidarizîne.”

Ferhat Encu diyar kir ku Dageha Destûrê bi hinceta ku dosyayên du kesan kêm bû dozê red kiriye, ew ne tiştek normal e û got: “Em biryarê normal nabînin. Me îrada xwe teslîmî hinek parêzer û Baroya Şirnexê kiribû. Lê mixabin Baroya Şirnexê li vê dozê xwedî derneket. Ji ber vê yekê di dosyeyan de kêmasî derket, ev belgeyên ku divê ji Dadgeha Destûrê û DMMEê re bihata şandin, dereng hatin şandin û ji ber vê yekê doz hate redkirin. Ya rastî vê biryara ku ji aliyê DMME ve hatiya dayîn, biryareke siyasî ye. Lê destek siyasî ket nav vê dosyeyê û li wê derê ma. Dosyeyên kêm wek sebeb dan nîşandan û ev biryar dan qebûlkirin.”

Encu li ser pirsa “Ev îdîayeke pir giring e. Ango tu dibêjî Baroya Şirnexê dosya teslîm kir lê ji nav dosyeyê hatine derxistin?” wiha bersiv da “Na, ez vê nabêjim. Ez dibêjim ew rewş li ber çav negirtine. Di vê mijarê de du rê hene. Ya yekem li usûlê dinêrin. Eger serlêdan li gorî usûlê bê kirin, dikeve dosyeyê. Biryara redkirinê jî li gorî usûlê bû. Lê wê demê li kêmasiya nenihartine û dosyeyê vekrine lêkolîn kirine.”

Bi gotina Encu kesên ku Komkujiya Roboskiyê kirine mudaxaleyeke siyasî li ser dosyeyê kirine û ew dibêje: “Lê temaşe kirine ka dozê çawa dikarin bi usûl red bikin. Gava di dosyeyên hinek malbatan de kêmasî dîtin ew biryar wergirtine.”

Encu herwiha got: “Me wek ferdî serlêdan kir. Di hinek dosyeyan de eger kemasî heebe jî, dikaribûn wan jê cuda bikin. Çima yên malbatên din qebûl nekirin? Ev jî dide nîşandan ku destwerdan di dosyeyna de kirine û nexwestin ku tawanbar li dadgehên Tirkiyê werin darizandin.”

Di derbarê ji nû de doz bê vekirin de Encu got “Hewldanên parêzerên malbatan hene. Ev saleke me ji nû ve serî lê daye. Dosya niha li Şirnexê ye. Di derbarê dosyeyê de biryara veşartî hat derxistin. Hêvî pir kêm e. Wek ku di bîrê de li derziyê bigerî.”