4 fewcên pêşmerge ji bo erk amade ne

Hewlêr (Rûdaw) – Çar fewcên Pêşmergeyê Zêrevanî xûleke rahênan û perwerdeya leşkerî ya Hevpeymanan bi dawî kirin û ji bo bicihanîna her erkî amade ne. Ew hêzên pêşmerge ji aliyê rahênerên hêzên Hevpeymanan ve hatine perwerdekirin.

 

Bi merasîmekê li baregeheke leşkerî ya pêşmerge li bajarê Hewlêrê, bidawîhatina xûleke din a rahênana hêzên pêşmerge ji aliyê Hevpeymanan ve hate ragihandin.

 

Di merasîmê de hat ragihandin, ku di xûleke  din a rahênanê de 500 Pêşmergeyên Zêrevaniyê di 4 fewcan de, ji aliyê rahênerên navdewletî yên Hevpeymanan ve rahênan û perwerdeya leşkerî dîtine.

 

Fermande ji Navenda Hemahengiya Perwerde û Rahênanê ya Hevpeymanan, Karmelo di merasîmê de ragihand: “Em weke hêzên Hevpeymanan li Navenda Hemahengiya Perwerde û Rahênanê, me pir dixwast ku alîkariya we bikin bi rahênan û perwerdeyê, ji bo gihîştina bi vê armanca ku me niha bidest xistiye.”

 

Fermande Karmelo got: “Efserên birêz, hûn niha dibînin ku bi şanaziyeke mezin ve serbazên we di çarçoveya rahênanan de nîşan dan, ku ji fêrbûna zêdetir û pêşxistina şiyanên xwe pir hez dikin.”

 

Di heyama 3 salên bihorî de, Hevpeymanan rahênan bi nêzîkî 15 hezar efser û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kiriye. Di sala 2018ê de hêzên Hevpeymanan dê xûlên rahênanê yên ji bo hêzên pêşmerge zêdetir bikin.

 

Her çi qas ku şerê DAIŞê bi dawî bûye, lê belê nakokiyên siyasî û serbazî di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in û Bexda rêgiriyan ji bo gihîştina alîkariyên Hevpeymanan bo pêşmerge derdixîne, lê ew yek nebûye asteng li pêşiy berdewamiya rahênan û alîkariyên di navbera hêzên Hevpeymanan û hêzên Pêşmerge.

 

Wezareta Pêşmerge di sala 2018ê de berovajiyê rêgirî û astengiyên ku Bexda çê dike, li benda alîkariyên zêdetir ên bi hêzên Hevpeymanan re ye, çimku Hevpeymanan heta niha amajeyek wisa nedane, ku alîkarî û rahênanên pêşmerge bidin rawestandin.

 

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Huşyarî û Pêwendiyên Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hikmet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa wan rahênan kir, ku hêzên Hevpeymanan di xûlên rahênanê de fêrî hêzên pêşmerge kirine.

 

Helgurd Hikmet got: “Şerê kolan bi kolan, parastina ewlahiya rûbereke berfireh, endazyariya serbazî, rahênan çekê giran û sivik û dijetank, zanyariên operasyonan, çareseriya seretayî ya pizîşkî, xweparastina ji çekên kîmyayî û pêgihandina rahênerên serbazî, ew rahênan bûn ku Hevpemanan fêrî pêşmerge kirine.”

 

Amerîka, Almanya, Îtalya, Holanda, Kanada, Finlanda, Norwêj, Swêd û çend welatên din di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê de, rahênanê bi hêzên pêşmerge dikin û ezmûnên xwe yên serbazî bi pêşmerge re parve dikin.

 

Nivîsîn: Sîna Soma