AMED – Parêzgarî destûrê neda welatî cenazeyên xwe rakin

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê hêj qedexe berdewam dike. Li navçeya qedexekirî cenazeyên 2 ciwanên ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin li kolanan mane û Parêzgariya Amedê destûr nade ku malbat biçin cenazeyên xwe ji wê derê werbigrin. Ji ber vê yekê malbat îro derketin pêşberî çapemeniyê û li hemberî walîtiya Amedê nerazîbûn nîşan dan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê 28 roj in ku qedexeya derketina derve berdewam dike. Di şer û pevçûnên di navbera polîs û endamên YDG-Hê de ciwanên bi navê Îsa Oran û Mesût Sevîntek hatin kuştin.

Ji heftiyekî zêdetir e ku cenazeyên wan 2 ciwanan li ber deriyê mizgefta Kurşunliyê li benda binaxkirinê ye.

Malbatên Îsa Oran û Mesûd Sevîntek  li Komeleya Mafên Mirovan a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Mehmet Oran bvê Îsa Oran wiha got:

“Polîsan wenêyên cenazeyên xizmên me kişandine û ev wêne di çapemeniyê de hatin belav kirin. Em ji Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu dipirsin, ka we digot em ji ber ku Xwedê mirov xuliqandine em ji mirovan hez dikin. Ka hezkirina we? Cenazeyê kurê min heftiyeke li derve, li ber sir û seqemê ye. Çima hûn destûr nadin ku em cenazeyên xwe ji kolanan bigrin. Ma ev e mirovahî û oldariya we?”

Malbat dibêjin Walitîya Amedê destûr nade ku ew cenazeyên xizmên xwe ji wir derxin û li hemberî helwesta walîtiya Amedê nerazî ne.

Ji xeynî malbatên Îsa Oran û Mesûd Sevintek, malbatên ku ji ber şer û pevçûnan ji Sûrê koçber bûne jî beşdarî daxuaniyê bûn.