Berpirsekî HÛDA-PARê: Li Tirkiyê gotina ‘bi regez kurd’ heqaret e

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê Şaredariya Amedê yê Partiya Doza Azad (HÛDA-PAR) Husên Yilmaz, diyar kir ku partiya wî ji destpêkê de piştgirî daye pêvajoya aştiyê û ragihand, lê ew mîna PKKê li pêvajoyê nanêrin. Yilmaz her wiha got, dema li Tirkiyê ji kurdan re dibêjin “bi regez kurd” bêhurmetiyê li kurdan dikin.

Nêzîkî salekî ye partiya bi navê HÛDA-PARê ku wek partiyeke îslamî-kurdî tê naskirin, hatiye avakirin. navenda wê ya serekî li bajarê Amedê ye. Tê gotin HÛDA-PAR xwe wek hevrika AKP û BDPê li Bakûrê Kurdistanê dibîne, ji ber wê jî namzedê xwe yê Şaredariya Amedê yê hilbijartinên herêmî yên sala 2014an ên Tirkiyê ku li gorî pêşbîniyan dê dîsa bikeve destê BDPê, destnîşan kiriye.

Namzedê HÛDA-PARê yê Amedê Husên Yilmaz, ji malpera tirkî ya bi navê “haberler10.com” re axivî û ragihand, ew ji destpêkê de piştevanê pêvajoya aştî û çareseriyê bûne û wiha got: “Helbet em mîna PKKê li pêvajoyê nanêrin, ji ber ku di çarçoveya mafên kurdan de lê dinêrin.”

Husên Yilmaz, diyar kir ku PKK ji bo hebûna xwe hinek argumanan bikar tîne û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî mirov dikare wan argumanan ji destê PKKê bigire û nehêle ku pirsa kurd ji xwe re bikar bîne û bi vî awayî sedemên hebûna PKKê jî ji holê radibin.”

Yilmaz destnîşan kir ku mebest ji pêvajoya aştî û çareseriyê ew e ku navbera komên etnîkî yên Tirkiyê de newekhevî nemîne ji ber ku kurd jî hemwelatiyên vî welatî ne û wiha axivî: “Dema ji kurdan re dibêjin bi regez kurd, li gorî min ev bêhurmetî li hember kurdan e. Ji tirkan re nabêjin bi regez tirk, wê çaxê gotina bi regez kurd jî xelet e.”

Wî berpirsê HÛDA-PARê têkez kir ku divê bi awayekî wekhev û dadperwerane pênaseya hemû mirovan bê kirin û dewlet ji bingehê îdeolojîk dûr bikeve û daxwazên kurdên musilman bên qebûlkirin çimkî eger ev yek neyê kirin wê çaxê aramî û bextewerî pêk nayê.

Di nav lîteratora siyasî û fermî ya Tirkiyê de, eger behsa kurdan bê kirin, yekser nabêjin kurd, dibêjin hemwelatiyên “bi regez kurd”.