Li kampa Domîz 2 kesan jiyana xwe ji dest dan


Duhok (Rûdaw)- Li kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parzêgeha Duhokê agir girte çavdirekê û di encamp de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Duhokê ragihand ku îro sibehê agir girte çadirekî malbateke li kampa Domîzê û bi temamî şewitî.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di encam de dayik û zaroka wê ya yek salî jiyana xwe ji dest dan û bav jî bi giranî birîndar bû.