Şaredariya Sirûcê berî zivistanê xebatên xwe zêde kirin

Danîna kevirên parkeyan tên temamkirin/Wêne: Şaredariya Sirûcê

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Sirûcê ku salên dirêj di destê qeyûm de bû xebatên çêkirina rê û kolanên nav bajêr didomîne.

Di dema qeyûm de piraniya rê û kolanên navenda Sirûcê xirab û têkçûyî bûn û welatî rûbirûyê zehmetiyên mezin dibûn.

Tîmên şaredariyê berî zivistanê li kolanên Mustafa Uygur, 50. Yil, Şanli, Qubik û çend kolanên din xebatên avadenkirinê û danîna kevirên parkeyan temam kirin.

Li taxên din jî xebatên çêkirina kolanan didomin.

Her wiha li hejmarek park jî xizmetguzariyên bingehîn hatin kirin û kêmasî hatin temamkirin.

Hevserokên Şaredariya Sirûcê Ayten Kaya û Muslum Baran li ser xizmetên şaredariyê ragihand:

“Ji bo ku gelê me mexdûr nebe, em bi hemû hewlên xwe xebatên xwe berdewam dikin.

Niha li navenda bajêr li gelek kolanan û li gundan xebatên me berdewam in.”

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê namzedên DEM Partiyê Muslum Baran û Ayten Kaya bi ji sedî 57,21ê dengan bi ser ketibûn.