Li Bakurê Kurdistanê sir û serma ye: Otomobîlên xwe bi betaniyan diparêzin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê sir û serma ye.

Li Erziromê piştî berf û pûka berî du rojan, niha sir û sermayê dest pê kiriye.

Li bajêr ku bi şevê germahî 11 pileyan dadikeve jêr sifrê, li ser rê û cadeyan qeşa çêbûye.

Li Erdexanê jî sermaya zêde bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.

Li bajêr du roj in ku sermayê dest pê kiriye, li gelek cihan qeşa çêbûye.

Li Qersê jî sir û sermayê cihê berfê girtiye, golên biçûk qeşa girtine.

Li wî bajarî welatî hewl didin otomobîlên xwe bi berik û betaniyan biparêzin.

Li parêzgeha Agiriyê camên otomobîlan qeşa girtiye û sir û sermayê bandoreke neyînî li jiyana rojane kiriye.

Herwiha dar bi qiraviyê hatine pêçan.