Soylu: Beşeke zêde ya koçberên li Boluyê Tirkmen in
HewlêR (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê biryara Şaredariya Boluyê û koçberên li wî bajarî got, “Li wêderê derdora 4 hezar û 400 Sûrî hene. 4 hezar û 500 jî kesên di bin parastina navdewletî de hene û beşeke girîng ya wan jî ji Bakurê Iraqê ne û Tirkmen in.”
Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan ku wek dijberê koçber û penaberan tê naskirin berî çend rojan biryar da ku divê kesên biyanî ji bo mehr birînê 9 hezar dolar bidin û bihayê her metre sêcayeke avê jî bo biyaniyan kir 2 dolar û nîv.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî piştî biryarên Şaredariya Boluyê bi tohmeta ferq û cudahîkirin, xirab bikaranîna desthilatê û binpêkirina destûrê, derbarê biryara Encûmena Şaredariya Boluyê de lêkolîn da destpêkirin ku ji aliyê CHPê ve tê birêvebirin.
Soylu, di bernameyeke televîzyonê de derbarê biryarên Şaredariya Boluyê de got, “Li ser vê mijarê lêpirsîn hat vekirin û ev lêpirsîn berdewam e. Li wêderê derdora 4 hezar û 400 Sûrî hene. 4 hezar û 500 jî kesên di bin parastina navdewletî de hene û beşeke girîng ya wan jî ji Bakurê Iraqê ne û Tirkmen in. Derdora hezar û 500 kesan Afxanî hene. Bi tevahî 13 hezar hene ku 10 hezarê wan li navenda Boluyê ne. Ew li wir di çarçoveya Walîtî û Îdareya Koçê ya Bajêr de dijîn. Lê ev karekî nemirovane ye? Erê. Ev li dijî destûrê ye? Erê. Li dijî Qanûna Cezayê ya Tirk e? Erê. Li dijî xala wekhevî û qedexeya cudakarî a mafê mirovan û saziya wekheviyê ye? Erê. Dikeve çarçoveya tawanê nefretê? Erê. Ev ne tiştekî rast e, lê li wê derê jî dê hiqûq bê meşandin.”