Çiyayê Kurmênc- Dîmenên şer û rewşa malbatên kurd

Hewlêr (Rûdaw)- Li Çiyayê Kurmênc li herêma Efrînê şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Sûriyê û şervanên kurd yên wî çiyayî diqewime. Herwiha kurdên wan gundan direvin û li ser sînorê Tirkiyê asê dimînin.

Balafirên şerê ên Rûsya, bi tundî 64 gundên kurdan li Çiyayê Kurmênc bombebaran dikin. Herwiha li ser erdê jî, hêzên rêjîmê û milîsên şîe û çekdarên Hizbulaha Libnanî êrişî gundên wan dikin û xelkê ji wan derdixin.

Şervanên Çiyayê Kurmênc, ji bo ku rê li ber pêşketina hêzên Sûriyê û alîgirên wê bigire, hawan û topên ku bi destan hatine çêkirin bikar tînin. Di hember de ew hêz û balafirên rûsî bi tundî li gundê wan didin û heta niha gelek kes kuştine û gelek jî birîndar in.

Ev dîmenên taybet ên ji Çiyayê Kurmênc ji Rûdawê re hatine şandin, tê de rewşa wan gundan û tundiya pevçûnên li wir xuya dibe.

Ji ber wan êrişan û şer û pevçûnan, hejmareke ji kurdên Çiyayê Kurmênc neçar bûn koçber bibin û berê xwe bidin ser sînorê Tirkiyê û ji ber ku Tirkiye sînorê xwe li pêşiya wan venake, li wir asê mane, lewma niha di rewşeke pir xerab de dijîn.

Çiyayê Kurmênc an jî Kurdax, çiyayeke li herêma Efrînê û gelek gundên kurdan li wir hene. Di salên 80 de, Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed ew çiya û gundên kurdan parveker ser 3 parêzgehan (Laziqiye, Idlib û Hema).

Ev zêdetirî 2 salan e ku kurdên çiyayên Laziyê koçber dibin û xaniyên wan wêran dibin, ji ber cihê stratejîk yê navçeya wan, ku Laziqiye û Heleb û Islib bihev re girê dide û li ser sînorê Tirkiyê te û navçeyeke asê ye, hem dijbereya Sûriyê û hem jî artêşa Esed hewl didin ew navçe di bin wan de be.