Li Sêrtê operasyon: Gelek koçer û şivan hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, gelek koçer û şivanên li devera Herekolê hatin desteserkirin.
Artêşa Tirkiyeyê li Zozana Çemêkarê ya li devera Herekolê ya navçeya Berwariyê operasyoneke leşkerî da destpêkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, leşkerên Tirkiyeyê li devera operasyonê 24 koçer û şivan desteser kirin.
Tê îdiakirin ku di nav kesên desteserkirî de 2 gerîlayên PKKyê jî hene.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê kesên hatine desteserkirin birine navendên cendermeyan ên li Sêrtê û navçeyên wê Misirc, Hawel, Berwarî û Tîloyê.
“Du gerîlayan canê xwe ji dest da”
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li navçeya Berwariyê di operasyona artêşa Tirkiyeyê de 2 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.
Bi gotina Yerlîkaya yek ji wan gerîlayan Îlhan Tekînalpê bi nasnavê Ferhat Serhildan e û berpirsê devera Katoyê yê PKKyê ye.
Kesê din jî Recep Kipçakê bi nasnav Devrîm Cûdî ye.
Li aliyê din, PKKyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.