Xwendekarê ji Hesekê li cîhanê bû çarem
Hewlêr (Rûdaw) - Mîran Diyar Îbrahîmê 9 salî yê ji bajarê Hesekê di pêşbirka matematîkê de li Herêma Kurdistanê û Îraqê bû yekem û li cîhanê bû çarem.
Mîran Diyar Îbrahîmê ji bajarê Hesekê yê Rokavayê Kurdistanê li Hewlêrê dijî, di matematîkê de gelekî jêhatiye û beşdarî pêşbirkekê bû.
Mîran Diyar Îbrahîm di pêşbirka matematîkê de li Herêma Kurdistanê û Îraqê bû kesê yekem.
Mamosteyên Mîran Diyar Îbrahîm dema dibînin ku ew di matematîkê de gelek jêhatiye, pêşniyar dikin ku beşdarî pêşbirkên cîhanî jî bibe.
Mîran Diyar Îbrahîm bi awayê online beşdarî pêşbirka cihanî dibe û di wê pêşbirkê de jî dibe kesê çarem.
Mîran Diyar Îbrahîm beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa xwe kir:
“Li dibistanê gelek îmtihan kirin û min di hemûyan de 100 wergirt. Dayîka min ji min re alîkar bû. Ez dervey dibistanê bi awayê online li ser matematîkê dixebitim.”
Xwendekarê 9 salî pêşniyar li hevtemên xwe jî kir ku baweriya xwe bi xwe bînin û berdewamî bixwînin.
Mîran Diyar Îbrahîm da zanîn ku ew dixwaze bibe bijîşkê çavan.
Xwendekarê ji #Hesekê li cîhanê bû çarem
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 29, 2023
Mîran Diyar Îbrahîmê 9 salî yê ji Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di pêşbirka #matematîk`ê de li Herêma #Kurdistanê û Îraqê bû yekem û li cîhanê jî bû çarem. pic.twitter.com/WAjRFAc1oP