Li Rihayê du qeza: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di du qezayên trafîkê de 9 kes birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Rihayê û Amedê de îro 3 otomobîl li hev qelibîn.

Di encamê wê bûyerê de 4 kes birîndar bûn û rewşa birîndakî dijwar e.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar bi veguhestin nexweşxaneyên Rihayê.

Her îro li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê jî minîbûsek û otomobîleke rêwiyan li hev qelibîn.

Di encama wê bûyerê de jî 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Hat zanîn ku birîna yekî ji birîndaran xedar e.