Xelkê Berwarî Bala: Di nav leşkerên Tirkiyê de yên bi Erebî ya Sûriyê diaxivîn hebûn

Duhok (Rûdaw) - Zêdetirî mehekê ye operasyona bejayî ya Tirkiyê li navçeyên sinorî yên parêzgeha Duhokê berfireh dibe. Serbazên Tirkiyê navçeyên sinorî yên Herêma Kurdistanê dipişkinin û li çend deveran çûne nav gundan û bi xelkê re axivîne. Li nahiya Berwariya Bala li 5 gundan serbazên Tirkiyê hatine dîtin, xelkê navçeyê dibêjin hejmara wan ji 50 heta 60 kesî ne û li çend cihan jî bi zimanê Erebî li gel welatiyan axivîne ku şêwezarê wan weke yên Erebên Sûriyê ye.

Teyib Salh ajeldarekî ji gundê Tirwanşe li devera Berwarî Bala, piştî 30 salan neçar ma dest ji pezê xwe berde. Ji 500 serî mih û bizinan bi tenê 200 bizin mane. Ewên din ji ber şerê Artêşa Tirkiyê PKKê bi erzanî frotine.

Ajeldar Teyîb Salih got “Zererê gihandiye me ya yekê em aram nebûn û devera me ya temîn nebû û min pezê xwe hemî bi zirar firot em nikarin derkevin çiya û pezê xw xwedî bikin. Em neçarin va bizinan jî bifroşin û biçîne bajeran”Mehek e Artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Duhokê dest bi operasyonên bejayî kiriye. Serbazên Tirkiyê bi berdewam li dewrûberên gundan têne dîtin.

Salih Mihemed dibêje “Nêzikî 50-60 serbazên bi çek bûn. Wan serbazan bi Erebî slav li me kirin û me dît ku Kurd jî di nav wan de hebûn lê li gel me ne axivîn.”

Li Gundê Tirwanişê 250 mal hebûe. Niha bi tenê 15 mal li gund mane. Ew jî bi tenê ji bo çend rojan tên û dizivirne Duhokê ji ber metirsiya şer.

Pîmûs Hisên ragihand “Ji salên 60î û heta nih ev gund 20 caran hatye berdan û sotîn xelk ditirse navçeyên sînorî ne û bi berdewamî li vê derê şer e.”

Şes meh in operasyona “Pençe Kilîd” ya Tirkyê li sînorê parêzgeha Duhok berdewam e. Artêşa Tirkiyê heta niha bi kurahiya 15 kîlometrên hewayî û paniya 25 km hatiye nav axa Başurê Kurdistanê