HDP: Gefa kuştinê li parlamenterê me Hasan Ozguneş xwarin
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku di dema daxuyaniya rojnamevanî ya bi boneya salvegera tayînkirina qeyûmê Şaredariya Cizîrê de, polîsan serê guleyekê avête parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş.
Şaxê HDPê yê Şirnexê îro 29ê Cotmeha 2022yan bi boneya salvegera tayinkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Cizîrê, bi beşdariya parlamenterên HDPê Hasan Ozguneş û Nuran Îmîr bi civîneke rojnamavanî tayinkirina qeyûman şermezar kir.
HDPê ragihand ku di dema daxuyaniyê de geşedaneke gelekî xeternak a rasterast "gefa kuştinê" pêk hatiye.
HDP dibêje: “Di daxuyaniya çapemeniyê ya di bin dorpêça polîsan de serê guleeyekê avêtin parlamenterê me Hasan Ozgûneş. Di dîmenên de bi zelalî tê dîtin ku gule ji aliyê kê ve û çawa hatiye avêtin. Raya giştî baş dizane ku gefa hikûmeta AKPê û pêkhateyên çekdar ên di bin kontrola wê de tê çi wateyê ku bi awayekî sîstematîk destûr û qanûnan binpê dike, bi taybetî li dijî partiya me û gel.”
Di dîmenên ji aliyê HDPê ve hatine belavkirin dema hevşaredar berê yê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn diaxive cismek tê Hasan ozguneş dikeve.
Ozguneş diyar dike ku ew tişta lê ketiye perçeyeke fîşekê ye û ji polîsan re dibêje: “Ger ferîştayên we bên, hûn nikarin me bitirsînin.”
Bugün Cizre’de Milletvekilimiz Hasan Özgüneş’e polis tarafından mermi çekirdeği fırlatıldı. Bu görüntü kolluğun geldiği pervasızlık düzeyinin kanıtıdır. Tehditleriniz bize bir adım bile geri attıramaz. Buradayız, halkımızlayız! pic.twitter.com/8tY4uaexhE
— HDP (@HDPgenelmerkezi) October 29, 2022