Berdevkê PDK-Bakur: Helwesta Taşkesen nêrîna hemû Kurdan e

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê PDK-Bakur Hişyar Ozalp li ser axavtina welatiyê Kurd Cemîl Taşkesen ê ku ji Seroka IYI Partiyê Meral Akşener re gotibû “Ev der Kurdistan e” û piştre hatibû desteserkirin de got “Cemîl Taskesn nêrîna hemû Kurdan anî ziman. Gava ew dibêjin Kurdistan deng dernaxin lê gava Kurd dibêjin vê yekê ji bo sîstema kolonyalist xeter dibînin.”

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur Hişyar Ozalp ji bo piştgiriyê  bide Cemîl Taşkesen ku li Sêrtê ji Seroka IYI Partiyê Meral Akşener re gotibû, “Ev der Kurdistan e” û sibeha îro bi tometa “propagandaya rêxistinê” hatibû desteserkirin çû Sêrtê. Piştî serbestberdan Taşkesen, Ozalp ji Rûdawê re axivî û got “Bi sed salan e dibêjin `ev der ne Kurdistan e, me welatê we dagir kiriye, gundê we şewitandiye, bajarên we wêran kiriye, daristanên we şewitandine, hûn nikarin bibêjin ev der Kurdistane.` Dixwazin îrada me bişkênin û me teslîm bistînin. Lê Kek Cemîl vê siyaseta wan vala derxist.”

Ozalp diyar kir ji ber ku Kek Cemîl Kurdekî sade ye giring e û wiha berdewam kir “ev nêrîna Kurdan giştî xuya dike. Ev der jî Kurdistan e, ji hinek tiştan re îspat û delîl pêwîst nake. xwestin ku Kek Cemîl saet di 3 şevê de binçav bikin û zarokên wî bitirsînin. 24 saetan wî tengav bikin û careke din ti kes wekî wî ranebe tiştek wisa nebêje ev de Kurdistanê, em Kurd in û hûn mafên me bipê dikin. Lê ev yek li wan zivirî, miletê Kurd bi milyonan xwedî lê derketin. Parêzerên Kurd hemû lê xwedî derketin û teve bi hev re got ev der Kurdistan e.”

Berdevkê PDK-Bakur tekez kir ku li gorî hiqûqa Tirkiyê navê “Kurdistan”ê ne qedexe ye û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdagan bixwe jî peyva Kurdistanê bikar aniye.

Çi bûbû?

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, roja Pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê di dema serdana esnafan de welatiyekî ji Meral Akşener re got, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştî van gotinan ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê ve bi tometa `propagandaya rêxistina terorê` lêpirsîn derbarê wî welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen de hatibû desteserkirin û Taşkesen di saetên sibeha îro (29.10.2021) de li mala xwe hatibû desteserkirin.

Cemîl Taşkesen piştî ku îfadeya wî hat wergirtin ku bi propagandaya terorê hatibû tometbarkirin, îro di saetên êvarî de hat azadkirin.

Ew hemwelatiyê Kurd ji peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak re behsa diyaloga xwe ya li gel Akşener û dema girtina xwe kir.

Cemîl Taşkesen li ser wê dema girtîbû got, “Zêde zextek li min nekirin, lê bêhiqûqî kirin, saet 3ê şevê hatin, ez, malbat aciz kirin. Dikarî bi roj bên min bibin bo îfadeyê, ew nekirin. Ji gotinên min aciz bûn û xwestin min jî aciz bikin.”

Taşkesen dibêje, li emniyetê “ji min pirs kirin, `ev der ku der e?`, min jî got, `ev der Kurdistan e, yên li vê derê dijîn Kurd in, çanda me, dîroka me, hebûna me û her tiştê me Kurd û Kurdistan e. Xwe aciz kirin, ji ber ku ne bi dilê wan e, aciziya wan gelek girîng nîne.”

Cemîl Taşkesen behsa dema wê diyaloga li gel Akşener jî got, “Ew rasthtinek bû” û li ser helwesta Seroka ÎYÎ Partiyê jî got, “Gelek lawaz bû, bê çare mabû, tiştekm nebû bersiva min bide, ji ber ku tiştekî li ser înkarê be tu dê çi bikî! Malzeme di dest wê de tune bû. Bijî Kurdistan, bijî Kurdistan!”