Kerkûk li ser 3 bazneyên hilbijartinan hat dabeşkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî gelek gotûbêj û nîqaşan, aliyên siyasî yên pêkhateyên Kerkûkê îro Pêncşemê derbarê dabeşkirina bazneyên hilbijartinê li Kerkûkê de gihîştin rêkeftinê û ew şêweya dabeşkirinê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve jî hat pesendkirin. Li gor şêweya nû ya dabeşkirina bazneyan, 3 kursiyên parlamenteriya Kerkûkê bo jinan dibin.

Parêzgeha Kerkûkê xwediyê 12 kursiyên parlamenteriyê di parlamentoya Iraqê de ye.

Li gor rêkeftina di navbera hersê aliyên Kurd, Ereb û Tirkmenên Kerkûkê de, bazneyên hilbijartinê li wê parêzgehê li ser bazneyên Rojhilatê Qezaya Navend, Qezaya Navend / Naverast û bazneya Hewîce û Riyazê hatine dabeşkirin.

Ji bo bazneya yekem ku Rojhilatê Qezaya Navend e, 5 kursî hatine diyarkirin ku 4 ji bo mêran û kursiyek taybet bi jinan e, ji bo bazneya duyem ku Qezaya Navend / Naverast e 4 kursî hatine veqetandin ku 4 ji wan ji bo mêran e û kursiyek ji jinan re hatiye terxankirin, herwiha ji bo bazneya sêyem ku Hewîce û Riyaz e, 3 kursî hatine diyarkirin, ku 2 kursî ji bo mêran û kursiyek a jinan e.

Pêştir roja 24ê Cotmeha 2020an, parlamentoya Iraqê bazneyên hilbijartinan li 16 parêzgehan diyar kiribû û piştre bazneyên parêzgeha Neynewa (Mûsil) jî hatibûn diyarkirin.

Li gor yasaya ku parlamentoya Iraqê pesend kiriye, ji bo hilbiajrtinên sala 2021an Iraq li ser 83 bazneyên hilbijartinê hatiye dabeşkirin.