Qedexeya çûnûhatinê li 77 gund û deverên Amedê hat ragihandin
Navenda Nûçeyan - Parêzgeriya Amedê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku, ji ber operasyonên li dijî gerîlayên PKKê qedexeya çûnûhatinê li 77 gund û deverên navçeya Hazro, Karaz û Licê yên Amedê hate ragihandin.
Parêzgeriya Amedê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, ev qedexeya çûnûhatinê li wan 77 gund û deverên navçeya Hazro, Karaz û Licê ji îro Duşemê (29.10.2018) demjimêr 21.00 ve dest pê dike û heta bi biryareke din ewê berdewam bike.
Li gor daxuyaniya parêzgeha Amedê gelek cebilxane û çekên hatin bicîhkirin û li hin gundên wan navçeyan, leşker hatine belavkirin.
Parêzgeriya Amedê dide xuyankirin ku, ev qedexeya çûnûhatinê bi mebesta parastina jiyana xelkê hatiye ragihandin.
Tê zanîn ku piştî agirbest û pêvajoya aşitiyê, di navbera PKKê û dewletê de, di dawiya Tîrmeha 2015an de, têkçû, hikûmeta Tirkiyê li bin navê operasyonên li dijî PKKê, li piraniya deverên Bakurê Kurdistanê, qedexeya çûnûhatinê yan jî herêmên ewlekariyê ragihandine.