Dabeşkirina desthilatên Serokatiya Kurdistanê hat pejirandin

Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de du made ji projeyasaya dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser saziyên giştî yên Herêma Kurdistanê hatin pesendkirin.

 

Parlamentoya Kurdistanê îro yekşemî 29ê Cotmeha 2017ê bi amadebûna parlamenterên PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî û partî û lîsteyên din dest bi civîna xwe kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, madeyên yekem û duyem ên projeyasaya dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêmê bo ser dezgehên gitştî yên herêmê hatin pesendkirin.

 

Senger Ebdurehman got: “Madeya yekem bi 62 dengên Erê û 30 dengên Nexêr û madeya duyem jî bi 56 dengên Erê û 26 dengên Nexêr ji aliyê parlamentoyê ve hatin pejirandin.”

 

Bi gotina peyamnêrê me, “madeyên sêyem û çarem ên heman projeyasayê jî hatin pesendkirin û piştre jî parlamentoyê tevahiya projeyasayê xiste dengdanê û di encamê de bi dengê 70 parlamenteran hat pesendkirin.”

 

Senger Ebdurehman diyar kir, ku 23 parlamenteran jî li dijî projeyasayê deng dan.

 

Hemû fraksyon di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de beşdar in.

Peyamnêrê me da xuyakirin, ku gotûbêj û dengdan li ser madeyên din ên projeyasaya dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêmê bo ser dezgehên gitştî yên herêmê hêj berdewam e.

 

Civîna parlamentoyê li ser daxwaza Serokê Heêrma Kurdistanê Mesûd Barzanî û piştî nameya wî ya bo desteya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

 

Xala sereke ya rojeva parlamentoyê, xwendina nameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û mijara parvekirina desthilatên wî ye.