Pêşmerge gehîşt Wêranşarê û gel bi ala rengîn pêşwaziyê li wan dike
Wêranşar (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge yên ku bi riya bejayî diçin Kobanî gehîştine bajarê Wêranşarê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li Kobanî amadekariya derbasbûna Pêşmerge bo nav Kobanî dikin.
Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdulrehman ragihand ku, "Ew hêza bejayî ya ku îro dervbasî Bakurê Kuristanê bûne, niha gehîştiye bajarê Wêranşarê û ji aliyê kurdên wî bajarî ve bi germî û bi ala Kurdistanê tên pêşwazîkirin.”