‘8 welatiyên Rojava li Girtîgeha Amedê de ne’

 

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiyên PKKyî yên li girtîgeha bajarê Amedê de dimînin, di nameyekê de ku bi rêka malbatên xwe ji raya giştî re şandibûn, da zanîn ku di heyama vê mehê de 8 welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li nav kempên bajarê Rihayê de dimînin, bi hêceta ku “endamatiya PYDê û alîkariya wê dikin” ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine girtin û anîne cem wan.

li gorî nûçeya DÎHAyê, girtiyên PKKyî yên girtîgeha Amedê di hevdîtina digel malbatên xwe eşkere kirin ku 8 welatî û penaberên Rojavayê Kurdistanê bi hêceta ku endamên PYDê ne û alîkariya wê partiyê dikin, ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine girtin.

Girtiyên PKKyî di nameya xwe de anîne ziman ku di lêpirsînê de ji kurdên Rojavayî xwestine ku bibin sîxorê dewletê û ji wan derheqê hêzên YPGê bi taybet fermandar û berpirsên pilebilind ên PYD û YPGê agahî xwestine lê ji ber ku wan ev yek qebûl nekirine, hatine girtin.

Di beşek din a nameya girtiyan de wiha hatiye gotin: “Ev jî nîşan dide ku Hikûmeta AKPê û dewleta tirk bi awayekî eşkere dujminatiya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dike. Jixwe ji destpêka şoreşa Rojava ve heta niha dewleta tirk komên çete li dijî kurdên Rojava bikar tîne û ji bo kurdan tine bike, çi ji destê wê tê dike.”

Li gorî agahiyên wan girtiyan, navên welatiyên Rojava yên ku di heyama vê mehê de ji aliyê hêzên tirk ve hatine girtin û şandine girtîgeha Amedê, ev in: Şefqî Ehmedo Nesûrî, Salih Cuma Cimo, Mistefa Ehmedê Reşo, Cîhad Şêxê, Ehmed Sînan Omer, Elî Silêman Sino, Xelîl Mehmûd Mislim, Osman Henefî Misto.