Li Nisêbînê qeza: 11 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 11 kes birîndar bûn.

Li nêzîkî Gundê Bunisrayê li ser rêbeja Nisêbîn-Midyatê du otomobîlên navên şofêrên wan nehatiye zanîn li hev qelibîn.

Di qezayê de Nurcan E, Suleyman I, Hakan Y, Alaaddîn U, Huseyin E, Nurullah N, Muhammet D, Veysel Y, Suleyman T, Abdurahman E. û Nahîde E. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.