Li 11 bajaran 52 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen” 52 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, li bajarên Mêrsîn, Edene, Osmaniye, Riha, Isparta, Denîzlî, Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Enqereyê ji bo desteserkirina 52 endamên “Cemaeta Gulen” operasyon hatiye kirin.

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku navenda wê operasyonê Antalya bû.

Di operasyonê de bi hinceta alîkariya darayî digihînin kesên ku piştî 15ê Tîrmeha 2016an hatine girtin 52 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên hatine desteserkirin de karên yasayî hatin kirin.