Komele: Dronên Îranê li esmanê Zirguwêzê difirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji Rûdawê re ragihand, çend dronên Îranê ji serê sibê ve li esmanê gundê Zirguwêz a Herêma Kurdistanê difirin, lê ti cihek bombebaran nekirine.

Endamê serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Kerîm Kerîmî îro Pêncşembê 29ê Îlona 2022an ji Rûdawê re ragihand, ji sibeha îro ve çend dronên Îranê li esmanê gundê Zirguwêzê difirin, lê belê ti cihek bombebaran nekiriye û dibe ku ji bo çavdêriyê bin.

Kerîm Kerîmî herwiha ddiyar kir, me amadekariyên xwe kirine û me rênimayî dane hemû pêşmerge û endamên xwe ji bo ku ji her êrîşeke din xwe biparêzin.

Peyamnêrê Rûdawê, Rence Cemal jî ku ji bo şopandina rewşê li navçeya Koyê ye ragihand, îro çend caran dron li esmanê Koyê hatine dîtin, ku çend caran pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) teqe li wan dronan kirine, lê ti cihek nehatiye bombebarankirin.

Derbarê navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Îranê de jî, Rêvebirê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Necîb ji Rûdawê re got, “rewş aram e û îro ti cihek nehatiye topbarankirin.”

Îranê duh Çarşembê 28ê Îlona 2022an danê sibehê bi mûşek û dronan êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) kir ku li gor amarên herî dawîn, di encama êrîşan de 15 kesan canê xwe ji dest dane û 46 kes jî birîndar bûne ku birîna 10 kesan giran e.