Cemîl Bayik: Divê her kes ji bo YNKê bixebite

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di hilbijartinênn li Herêma Kurdistanê û Iraqê de piştevaniya xwe ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) nîşan da û got: “Divê her kes ji bo YNKê bixebite ku di van hilbijartinan de encameke xurt bi dest bixe.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a televîzyoneke nêzîkî PKKê bû û têkildarî hilbijartinênn li Herêma Kurdistanê û Iraqê û mijarên rojevê axivî.

Cemîl Bayik amaje bi wê yekê kir ku ji dîrokê ve dijminê Kurd, dema ku di nava partî yan jî rêxistinên Kurdan de pirsgirêkekê rû dida her tim hewl dane ku vê pirsê mezintir bikin.

Bayik bal kişand li ser pirsgirêkên navxwe yên YNKê û got: “Niha li nava YNKê hinek pirsgirêkên navxweyî hene. Dijmin jî dixwaze van pirsgirêkan mezintir bike û bi vî rengî YNKê û Kurdan lawaz bike. Bi vî rengî dixwaze bigihêje armanca xwe. Hem yên li nava YNKê, hem gelê me; bi taybetî xelkê me yê li Silêmaniyê û derdora wê divê hay ji van lîstikan hebe û rê nedin. Piraniya xelkê me yê li Silêmaniyeyê û derdora wê mirovên hunermend, rewşenbîr, nivîskar û têgihiştî ne. Di demokrasî û azadiyê de bi israr in. Taybetmendiyeke bi vî rengî ya xelkê me yê li wir heye. Dijmin ji ber ku vê dibîne dixwaze xelkê me, têkoşîna azadî û demokrasiyê lawaz bike.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê hilbijartinênn li Herêma Kurdistanê û Iraqê hilbijartinên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi girîngî pênase kir û got: “Ev hilbijartin hilbijartineke ji rêzê nîne. Di vê demê de bi zêdekirina sûîqestan, bi mezinkirina tevlîheviyê û zêdekirina pirsgirêkên li nava YNKê dixwaze di nava gel de parçebûnekê biafirîne. Bi vî rengî dixwaze YNK encameke xurt ji hilbijartinê bi dest nexe û li herêmên YNKê hin hesabên xwe bixe dewrê. Ev eşkere ye. Bi dîtina min haya YNKê û xelkê me yê Silêmaniyeyê ji vê yekê heye. Ji ber vê yekê divê hay jê hebe û van lîstikan bibînin.”

Bayik herî dawî piştevaniya xwe di hilbijartinan de ji bo YNKê nîşan da û got: “Yên ku di nava YNKê de ne û yên li derveyî YNKê jî fikrê xwe çi dibe bila bibe divê her kes ji bo YNKê bixebite ku YNK di van hilbijartinan de encameke xurt bi dest bixe. Divê ev lîstika dijmin bê têkbirin. Nêzîkatiya me jî ew e ku YNK di vê hilbijartinê de bi xurtî bi ser bikeve. Lewma divê kesek bi rengekî teng li meseleyê nenihêre.”