Sibe dengdana giştî ya hilbijartinên Kurdistanê dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Roja yekşemê 30-09-2018an demjimêr 08:00ê serê sibehê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dest pê dike û dê heta demjimêr 18:00ê êvarê deriyên binkeyên dengdanê vekirî bin.

 

Li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 914 hezar û 992 kes xwediyê mafê dengdanê ne, pêşbîniya partiyan wisa ye ku xelk dê bi rêjeyeke bilind beşdarî hilbijartinan bibin.

 

46 rêxistinên navxweyî û 30 rêxistinên navdewletî dê çavdêriya proseya dengdanê bikin.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku roja hilbijartinan piştî demjimêr 18:00ê êvarê dê hejmartina dengan dest pê bike û di nav 72 demjimêran de encamên ne fermî dê werin ragihandin.

 

29 lîsteyên cur bi cur di van hilbijartinan de rikeberiyê li ser bidestxistina 111 kursiyên Parlementoya Kurdistanê dikin.