Hêzên Ewlehiyê: Li Kerkûkê dronek ket!

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Ewlehiyê yên Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê dronek ketiye xwarê.

Li ser torên civakî hinek vîdeo belav bûn ku di wan de xuya dibe dronek li asîmanan diteqe û dikeve xwarê.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed ji cihê bûyerê ragihand ku dron li Taxa Tisînê ketiye xwarê.

Şahidekî ji Rûdawê re got ku hêzên ewlehiyê ew dron xistiye lê heta niha ti agahiyên fermî nînin.

Herdî Mihemed diyar kir ku xisar gihiştiye xaniyekî li taxê û dema dron ketiye dengekî bilid hatiye bihîstin.

Heta niha ne diyar e bê ew dron a kê ye.