GIRÊ SPÎ - Erebeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê pê li zarokekî kir û ew kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê wesayîteke leşkerî ya Tirkiyeyê pê li zarokekî 15 salî kir û ew kuşt.

Çavkaniyên cihî diyar kir ku wesayîta leşkerî ya Tirkiyeyê li navenda bajêr pê li wî zarokî kiriye.

Zarokê 15 salî li cihê bûyerê miriye.

Tirkiye û kom û komikên çekdar ên di kontrola wê de Çiriya Pêşîn a 2019an bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Ji hingê ve li wan deran bêserûberiyeke ewlehiyê heye.

Çekdarên di bin fermana Tirkiyeyê de ziyaneke mezin didin Kurdan.

Tirkiye û komên wê yên çekdar hewl didin Kurdan bi darê zorê koçber bikin û demografiya Girê Spî û Serê Kaniyê biguherin.