Li Colemêrgê hirçê êrişî şivan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê hirçê êrişî şivanekî kir û şivan birîndar bû.

Cihat Kutlukê ku li gundê Xanenisê pez diçêrand, rastî êrişa hirçekî hat.

Li ser agahdarkirina gundiyên bi rewşê hisiyan, tîmên tenduristiyê û AFADê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Cihat Kultuk ji cihê lê birîndar bû veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Hat diyarkirin ku rewşa Kutluk baş e.