SIWÊREG – Malbat bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê di pevçûna çekdarî ya 2 malbatên xizmên hev de 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Areşê yê Siwêregê di navbera du grûpên xizmên hev de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîqaş piştî demekê veguherî pevçûna çekdarî.

Di pevçûnê de Ferhat A., Leyla O., Fatîh D., Kenan A., Muzaffer A., Turan A. û Ahmet A. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina gundiyan tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Ji birîndarên ku tîmana birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê Muzaffer A., Turan A. û Ahmet A. canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li cihê bûyerê û nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê girtin û ji bo girtina kesên ku tevlî pevçûnê bûne dest bi operasyonê kir.