Li Dêrezorê balafira şer ket!

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dêrezorê yê li rojhilatê Sûriyeyê balafireke şer ket.

Balafir li navçeya Muhsanê ya di kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ket û sedema ketina wê ne diyar e.

Heta niha nehatiye tesbîtkirin bê ma ew balafir a kê ye.

Hat zanîn ku balafirajo bi saxî filitiye.

Li hêla din, li ser bûyerê ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Divê were gotin ku li herêmê hêzên Amerîka û Rûsyayê jî hene.