WAN – Li zozanan ket ber welidînê, piştî 5 saetan gihişt nexweşxaneyê

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Westanê ya Wanê Bakurê Kurdistanê jina ku li zozanan ket ber welidînê piştî 5 saetan giha nexweşxaneyê.

Dema ku Rukyete Mengena 26 salî li zozanan bû êşa wê ya welidînê dest pê kir.

Jina ciwan telefonî tîmên tenduristiyê kir û alîkarî xwest.

Ji ber ku rêya zozanan asê bû wesayîta tîmên tenduristiyê xwe negihand zozanan.

Piştî ku wesayîta wan xwe negihand zozanan, xebatkarên UMKEyê gihan hewara jina ducanî.

Xebatkarên UMKEyê piştî 5 saetan xwe gihand Rukyeteyê û wan ew rakir nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e.