Li Gola Wanê giravên nû çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Gola Wanê ji ber hişkesalî û vekişîna avê giravên nû çêbûn.

Hişkesaliya salên dawiyê bandoreke zêde neyînî li gol û çavkaniyên avê yên Bakurê Kurdistanê jî kiriye.

Ava golan kêm dibe û gol her roj biçûktir dibin.

Piştî vekişîna avê, li sînorê gundê Xorkomê yê navçeya Artemêtê li nav Gola Wanê giravên nû çêbûn.

Giravên nû ji bo geştyar û jîngeparêzan bûne navendek.

Geştyar û jîngeparêz demjimêrên ku roj diçe ava, diçin wê herêmê û li dîmenên nuwaze temaşe dikin.

Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê herî zêde bandor li herêma Gola Wanê kiriye.

Li gor nexşeya ku ji aliyê Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê ve sala 2022yan hatiye belavkirin, herêma rojavayê Gola Wanê di nav qadên hişkesaliya tund ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de cih digre.