Li Helebê hejmara qurbaniyên teqîna mayinan gihîştiye 197 kesan

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Helebê hejmara qurbaniyên teqîna mayinan, gihîştiye nêzîkî 200 kesî.

 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku hejmara qurbaniyên mayinên bermayên şer û pevçûnan, ji Adara 2012an ve, gihîştiye 197 kesî, piraniya wan ji zarokan in.

 

Di nûtirîn pêşhat de, ciwanekî 19 salî li gundê Ihris ê ser bi gundewarê bakurê Helebê ve, di encama teqîna mayinekê de, birîndar bû.

 

Li gorî navenda navbûrî, par 55 kes bi teqîna mayinan hatin kuştin, di nava wan de 39 zarok hebûn û 370 kes jî birîndar bûn.

 

Îsal jî hejmara qurbaniyan gihîştiye 135 kesan, piraniya wan ji herêma Efrînê û Til Refhet in.

 

Bi dehan kes jî, ji navçeyên Bab, Cerablus û çend deverên din li navçeyên Şahbayê bûne qurbaniyên teqîna mayinan.

 

Navenda Belgekirina Binpêkirinan diyar kiriye ku heta niha ti çalakiyên pûçkirin û rakirina mayinan li wan navçeyan nehatiye kirin.